About us

English

Welcome to the Kurdish Women Podcast, a platform for and about Kurdish women.

Kurdish Women Podcast hopes to engage with Kurdish women all over the world and make transnational connections between women.

We know that the media is mostly dominated by men and only selective stories are getting coverage. We hope to fill the gap for the lack of women voices in the media and train women podcasters and provide them with a platform.

We believe telling and sharing stories would give women power and inspire other women. This is a space to get our stories out.

Sorani:
بەخێربێن بۆ پۆدکاستی ‘ژنانی کورد’، کە پلاتفۆڕمێکە تایبەت بە ژنانی کورد.

ئامانجی پۆدکاستەکە گەیشتنە بە ژنانی کورد لە سەرتاسەری جیهاندا، بۆ درووستکردنی پەیوەندیەکی بێسنوور لە نێوان ژناندا.
وەک دەزانین تەواوی میدیاکان لەلایەن پیاوانەوە قۆرخ کراوە و بابەتە بڵاوکراوەکان گوڵبژێر دەکرێت لەلایەن پیاوانەوە، ئامانجمانە ئەم کەلێنە پڕ بکەینەوە و چیتر خانمان سنووردار نەکرێن لە بڵاو کردنەوەی پەیامەکانیانەوە، هەروەها یارمەتیدانی خانمە پۆدکاستەرەکانی تر و ڕەخساندنی دەرفەت بۆیان.

ئێمە باوەڕمان وایە کە بڵاو کردنەوە و باس کردنی چیرۆکەکانمان یارمەتیدەری خانمان دەبێت و هانی خانمەکانی تریش دەدات، ئیرە ئەو دەرچەیەیە کە دەتوانین چیرۆکەکانمان بڵاو بکەینەوە.

Kurmanji

Hûn bi xêr hatin Podcasta Jinên Kurd (Kurdish Women Podcast).
Di van rojên reş û nexweş de armanca me avakirina platformeke podcastê ye ku pê re jinên Kurd karibin deng û awazên xwe bigihînin qada navneteweyî û bi xemla xwe ya dîrokî jî qadê bixemilînin.

Podcasta Jinên Kurd, dixwaze li seranserê cîhanê bibe tevnek ji bo jinên kurd û pê re jî têkiliyên xurt di navbera jinên kurd û jinên cîhanê de ava bike.

Wekî tê zanîn li seranserê cîhanê medya bi piranî li ser pergaleke mêrane tê birevebirin û tenê çîrokên bijartî têne vegotin îja wekî birîqîna stêrkeke di nava tariyê de ew ê xebat û hewlên me ji bo kêmkirin û lawazkirina vê pergalê be, em ê ne tenê ji bo jinên kurd, ji bo hemû jinên cîhanê deng derxin û bidin derxistin.

Herwiha em ê podkasterên jin di vî warî de perwerde bikin û ji wan re bibin platformeke nû.

Em di vê baweriyê de ne ku parvekirinên ji çîrokên jinên Kurd ew ê hêzê bide jinên cihanê û ew ê bibe sembola ragihandineke xurt di navera jinên kurd û jinên cîhanê de.

Subscribe

Megaphone